B6001. Hawarine Efrînî. Vejîna Kurd.

10,00 €

Auf Lager

Beschreibung

A5. 107 Seiten in kurdischer Sprache.

Die Lage in Afrin in den ersten Monate vom 2018. Die Autorin erzählt ihre eigene Erfahrungen.


Belê.. Efrîna delal bi nazdarî dawa fistanê xwe yê rengbuharî li deşta sîngfereh radixîne û keziyên xwe yên kesk li ber delavên çemê Efrînê yê ku simfoniya bedewiya bê dawî bi pêlên xwe re herdem dijenîne, re serbest berdide û tabloyeke îlahî dafirîne. Girê Endarê yê ku ji 3000 sal ve dîdevaniya dîroka kevnar dike, bi hêminî helbestên aramî û aştiyê ji asîmanê şîn re rêdike. Kaniya Basûtê ya ku bi zelaliyeke bê hempa ji memikên xakê diherike, mîna dayikeke dilovan xewnên teze di landika jînê de dihejîne. Darên zeytûnê yên ku mîna serbazên yekîneyeke leşkerî li ser rûyê zemînê bi rêxistinî rêz bûne, sirûdên heyîn û mayînê di guhên xakê de dixwînin û gupikên vînê di buxçika hestan de dibişkuvînin.